Search
  • Admin

Stirana Min*


Bi xwe şa dibim û ji xwe re distirêm,


Tişta ku dibînim hûnê jî binînin,


Ji ber ku her beşekî ji bo min baş be

‏Ew ji bo te ye jî.


Giyanê xwe vedixwînim,

‏Pala xwe didimê

‏Dixwazim bihna xwe fireh bikim

‏Û li nav giyayê havînê binêrim û hey dinêrim..


Zimanê min,

Her dilopek ji xwîna min,

‏Her rengek ji vê xakê, ji vî bayî…

Li vir çêbûne, li vir ji dê û bavekî ji dayîk bûne,

‏û ew jî jiheman dê u bavê ji dayîk bûne.


‏Nuha sî û heft salî me,

‏Tenduristiya min baş e,

‏Heta mirinê jî ‏naxwazim rawaste.


Helbest: Walt Whitman

Werger: Evîn Hesen


Walt Whitman (1819 - 1892) helbestvanekî Amerîkî yê navdar bû.


* Ev beşê yekem e ji helbesta Stirana Min e.

75 views0 comments

Recent Posts

See All