Search
  • Admin

Ez li Vê Dinyayê Zêde Bitenê Me

Updated: Mar 8


Ez li vê dinyayê zêde bitenê me, lê ne ewqasî bitenê jî ku seetan bijimêrim. Ez li vê dinyayê biçûk im, lê ne ewqasî biçûk ku li pêşiya te mîna tiştekî tarî û xweşik xuya bikim. Ez vîna xwe dixwazim, û dixwazim pê re bidim ser rêya kirinê; û dixwazim di demên bêdeng û hinekî dudil de, dema tişt nêzîk dibin, di nav zanan de bim, û ger na, dixwazim bitenê bim.

Dixwazim tim neynik bim ji bo tevaya sphîbûna te nîşan bidim, û qet naxwazim kwîr an yixtiyar bim, da bikaribim rahêjim wêneyê te yê giran ku li ba dibe. Dixwazim rast û vekirî bim. Li ti ciyî naxwazim tewandî bimînim, çimkî ezê ne ez bim, mîna derewekê bim, dema tewandî bim. Û ez dixwazim wateya hebûna min rast be li pêşiya te. Dixwazim xwe wesif bikim mîna wêneyekî min demeke dirêj ji nêzîk ve lê dinerî, mîna peyveke ku xweş têgiham, mîna kwîzê min ê rojane, mîna rûyê diya min, mîna wê gemiya ku rahişt min di wê bahoza malwêran de.


Helbest: Rainer Maria Rilke

Werger: Sîrwan H. Berko


Rilke (1875-1926) helbestvan û çîroknivîserekî ji Nemsayê bû.

35 views0 comments

Recent Posts

See All